current location : Lyricf.com
/
Songs
/
Ji Rena Nêgizên Tey lyrics
Ji Rena Nêgizên Tey lyrics
turnover time:2024-09-17 20:53:52
Ji Rena Nêgizên Tey lyrics

Ji re`na nêgizên tey mest û xwînrîz

Zeman bû `ehdê ceng engîzê Cengîz

Te canê min divêt ey canê `alem

Ji min bistîn bi le`lên xwey şekerrîz

Du `enber bû li şimşadê bi mestî

Vebestin lew hewa bû `enberamîz

Ji axa asitanê mistekê bîn

Li daxan da bibînim xweş şeba tîz

Tinê Ferhad dizanit lezzeta `işq

Ko wî can daye şîrînê ne Perwîz

Teb û tabê hezar işkence da dil

Ji şîrazî negahî mestê Tebrîz

Ilahî nêrgiza mey mest û nazik

Ji destê xwar û bedxwahan biparîz

Ko lê têt ew qebayê asimanî

Letîfa şeng û nazik wek belazîz

Sewaşek rêhte dîsa `alema dil

Bi cadoyê du çeşim fitne engîz

Xebais teb` e ji ehlê seksirişt e

Yeqîn ew ker ji canan lew dikit bîz

Mela canê te çawan pehlewan kir

Li tayê xemriyan zulfa dilawîz

Ji husna bênişan nadî nişanek

Nişanî ger ji dil nek`ra te perhîz

Mebîn ev ger bi şûret ademî ne

Hemî dar in ji êgir ra kirî rîz

Comments
Welcome to Lyricf comments! Please keep conversations courteous and on-topic. To fosterproductive and respectful conversations, you may see comments from our Community Managers.
Sign up to post
Sort by