current location : Lyricf.com
/
Songs
/
Çiyayê me lyrics
Çiyayê me lyrics
turnover time:2024-07-07 04:06:59
Çiyayê me lyrics

Fikira ez birim çiyayê me,

Dîtina warga mala me,

Warê bav û kalê me,

Wê çewa be halê me.

Mi dî bêriya pezê me,

Tendûra bin hêşiya me,

Dewsa çît û perdê me,

Navnîşanê mala me.

Fikira ez birim çiyayê me,

Dîtina warga mala me,

Warê bav û kalê me,

Wê çewa be halê me.

Konê me yê mezin bû,

Pêncî stûnî du rêz bû,

Li ser rê û dirba bû,

Bûy rêwiya star bû.

Fikira ez birim çiyayê me,

Dîtina warga mala me,

Warê bav û kalê me,

Wê çewa be halê me.

Hêşiya kon da kulîn bû,

Rex kulînê stêr bû,

Ew jî qulba malê bû,

Dua durozge lê bû.

Fikira ez birim çiyayê me,

Dîtina warga mala me,

Warê bav û kalê me,

Wê çewa be halê me.

Ax lê dîwêr pişt kon bû,

Koza berxa li rex bû,

Tewla hespê wan dûr bû,

Fêz da mexelê pêz bû.

Fikira ez birim çiyayê me,

Dîtina werga mala me,

Warê bav û kalê me,

Wê çewa be halê me

Comments
Welcome to Lyricf comments! Please keep conversations courteous and on-topic. To fosterproductive and respectful conversations, you may see comments from our Community Managers.
Sign up to post
Sort by
Show More Comments
Aram Tigran
  • country:Turkey
  • Languages:Kurdish (Kurmanji), Armenian
  • Genre:Folk
  • Wiki:http://en.wikipedia.org/wiki/Aram_Tigran
Aram Tigran
Latest update
Copyright 2023-2024 - www.lyricf.com All Rights Reserved