current location : Lyricf.com
/
Songs
/
Ismê Te Ye lyrics
Ismê Te Ye lyrics
turnover time:2024-09-17 20:51:50
Ismê Te Ye lyrics

Ismê te ye mektûb-i di dîwanê qidem da

Herfek qelemê `ilim bi teqwîmî reqem da

Eşkal û xetên da`ireya nuqteyê `ilm in

Ev neqş û misalên di xiyalatê `edem da

Mîm metle`ê şemsa ehed ayîne sifet kir

Lami` ji `ereb berqê li fexxarê `ecem da

Da şahidê esma bi hemî wechî binasîn

Yek mestê semed kir bi yekê neqşê senem da

Yek girtiye zulfê we yekê xalê nima`î

Ayîne bi Eskenderî û cam-i bi Cem da

Erwahê muqeddes şebê qedran te dixwazin

Nûra te ye misbah-i di qendîlê Herem da

Da weqtê liqayê bi te hey bin di beqayê

Min neqdê dil û can di fenayê bi selem da

Yaqûtifiroşan di kef elmas-i şikestin

Ev sefheya elmas-i ko neqqaşî reqem da

Ya reb ji çi rû leb bi senaya te kuşayem

Subhaneke len uhsiye fî şe`nike hemda

Minnet ji Xudayî ko bi ebdê xwe Melayî

Iksîra xema `işqê, ne dînar û direm da

Comments
Welcome to Lyricf comments! Please keep conversations courteous and on-topic. To fosterproductive and respectful conversations, you may see comments from our Community Managers.
Sign up to post
Sort by