current location : Lyricf.com
/
/
Heyv lyrics
Heyv lyrics
turnover time:2024-09-19 18:31:08
Heyv lyrics

Li bajarê me serê vê êvara

Heyvek nû hilat li dilê vala

Dilerize tu, dibişire tu

Ne ji te be heyvê wê şev çawa ba?

Dibe kû xêliyek ba ew reş tarî ba,

Dibe kû darek ba ew bi kelem ba,

Dibe kû hêsrê min ew stargeh ba,

Dibe kû ji xewnên min re ew wargeh ba.

Reşê te her tim li ber çavê min e.

Dildarê te me, Sozdara min be.

Dilerize tu, tim dibişire.

Heyv e awirên te, stêrk e, find e

Bila li ba min û te bî ewrên rojava,

Daxwaza jiyînê û gulên li baxa,

Mizgîniya te ye heyva li çarda.

Netirse ji mirinê,ji xema ,ji şeva.

Heta tu Sozdar bî tuyê vebe li vî dila

Ger em evîndar bî ma çi ne ev çiya?

Comments
Welcome to Lyricf comments! Please keep conversations courteous and on-topic. To fosterproductive and respectful conversations, you may see comments from our Community Managers.
Sign up to post
Sort by