current location : Lyricf.com
/
Songs
/
Heyheya Reqs û Semaya Te lyrics
Heyheya Reqs û Semaya Te lyrics
turnover time:2024-09-17 20:56:26
Heyheya Reqs û Semaya Te lyrics

Heyheya reqs û semaya te çi xweş bestiye çerx

Ko di bircê bi sema têt li ser destê xwe berx

Sofiyên her di tewafê heceri l-eswed e qesd

Gul û sinbil bi sema tên hemiyan zimzim û çerx

Neqşê elmasî li elmas-i binê girtiye herf

Xettê yaqûtî li yaqût-i şikênandiye nerx

Kerixîn em di qiyamê me ji dil perde dirand

`Arifê weqt im û Me`rûf-i bila bête ji Kerx

Da binasî xeterên rê tu nebî xafil-i jê

Dicle ye lê di pir in bir birê pêl û ber û merx

Pîrê şe`ar e di şi`rê we Melê şalifiroş

Tu nişan min mede Ferxî ko li nik min bûye ferx

Comments
Welcome to Lyricf comments! Please keep conversations courteous and on-topic. To fosterproductive and respectful conversations, you may see comments from our Community Managers.
Sign up to post
Sort by