Dema dibû payîz
Qûling di hatin ba te ref bi ref
Ji ezmana keder dibarîya
Erd dibû hewar hey hewar
Dema dibû bûhar
Qûling vedigerîyan dîsa ref bi ref
Ji ezmana dîsa keder dibarîya
Erd ju nûvde dibû
Hewar hey hewar
Payîz deme ku wenda bû
Ezman tu bû
Erd tu bû
Qûling ez bûm
Qûling di ezmanande wenda bû
Ezman tu bû
Erd tu bû
Qûling ez bûm
Baran barî mij û ewre sînga te,
Heware,
Çawên girtî bin berfê da bê wate,
Heware,
Binya malan xil û xalî civate,
Heware,
Berf barîya serê çîya sibate.