current location : Lyricf.com
/
Songs
/
Heval dimeşin lyrics
Heval dimeşin lyrics
turnover time:2024-12-19 05:16:39
Heval dimeşin lyrics

Barbar in ew dixwazin roja me yê geş

Tev da bikin tarî mîna şevên reş

Ji bo ku gelê me bikin beş bi beş

Zûr zûra wan gurên reş wan serên qirêj

Em ê bişkînin em ê bişkînin

Em ê bişkînin heval em ê bişkînin

Em ê bişkînin em ê bişkînin

Eger ew mirov nebin

Vê hovitiyê bernedin

Di ser gelê me de werin

Ew diranên wanê bi xwîn

Em ê bişkînin em ê bişkînin

Em ê bişkînin heval em ê bişkînin

Em ê bişkînin em ê bişkînin

Şervanê azadiyê ez im kurê min

Leşkerên rojêne gelê min dide ked

Bi sond û peyman in ber bi roja gur

Mîna şêran in heval tev agir û pêt

Vane dimeşin vane dimeşin

Vane dimeşin heval vane dimeşin

Vane dimeşin tev da dimeşin

Ev dîroka bi qirêj ev çîroka dûv dirêj

Vê sîstema mirov kuj

Tev xwariye sonda roj

Em ê hilşînin em ê hilşînin

Em ê hilşînin heval em ê hilşînin

Em ê hilşînin em ê hilşînin

Ez kurdim yanê mirov im çend hezar sale dijîm li rû dinê. Ji her kesekî kevintir e rojbûyîna min. Berê min qelişand rûkê erdê çand tovên jiyanê.

Min kedî kir jin awirên dehla

Min mijande dergûşa Xweda bengî Adem kir însan.

Ax ax! Min çixwas birayên nankor li mala xwe kir mêvan. Min gelek mar di paxila xwe da xwedî kir. Hin caran bûme gur bi canê xwe ketime. Gelek caran ez avêtime ber wehşan û gelek caran hatime leyîstokên qeleşa. Min nedine gotin.

Eger hûn binivîsin çîroka min,

Pirtûk têrê nakin.

Ka di rûpelekî de bîle tune navê min

Min nedine gotin. Min ne teqînin. Êdî sebra min çikiya. Eger ez biteqim nasnakim birayên mirayên nankor. Ezê xira bikim hawir dor

Li her bihustekî axa min xwîna min rijî. Li ber her kevirekî ez mirim. Hûn mîna guran li ser serê min civîn. We nirxê min li hev par kir. Hûn bi her tiştên min lêyistin. Min sebir kir, min li çiyayên xwe şêr xwedî kir. Bese êdî bese min bi xapînin bi derewan merewan. Yan hûnê bibin mirov yan jî min nedine gotin ulan!

Em ê hilşînin em ê hilşînin

Em ê hilşînin heval em ê hilşînin

Em ê hilşînin em ê hilşînin

Comments
Welcome to Lyricf comments! Please keep conversations courteous and on-topic. To fosterproductive and respectful conversations, you may see comments from our Community Managers.
Sign up to post
Sort by
Show More Comments
Hozan Diyar
  • country:Turkey
  • Languages:Kurdish (Kurmanji), Zazaki, Greek
  • Genre:Folk
  • Wiki:https://nl.wikipedia.org/wiki/Hozan_Diyar
Hozan Diyar
Latest update
Copyright 2023-2024 - www.lyricf.com All Rights Reserved