Rojekî li berbangê, hê roj hilnehatibû
û çûkan xweş dilorandin.
Jineka Trol bi dengekî xapînok
û giliyên fêlbaz ve bangî camêrekî kir;
Mannelîg beg, Mannelîg beg
Tû ji min re nazewicî?
Ji ber hemû xelatên ez ê bidim te de.
Heke dixwazî, bi tenê bibêje arê an jî na.
Te bikî an na?
Ez ê danzdeh kihêlen baş bidim te
yên ji mêrgeka nepenî çêriyane.
Ne heya niha kesî zîn avêtiye li ser
ne jî gem kiriye li dev.
Ez ê danzdeh aşên baş bidim te
di navbera Tîllo û Terno de.
Ku dengînên wan ji hesinê herî sor ve çêkirî
çerxên wan jî bi zîv ve dagirtî.
Ez ê şûrekî birqokî yî avzêr bidim te
ku bi panzdeh heleqên zêr ve şinginî dike.
Di şer de li gorî dilê xwe bi kar bibîne.
Tû yî yê serfiraz li meydana şêr.
Ez ê kirasekî nû bidim te
ji yên herî birqok.
Nehatiye dirûn bi derzî û bendan.
Bi tenê hatiyê hûnandin bi armûşan.
Min ê xelatên wiha bi kêfxwaşî hildana
Heke tû jineka xirîstiyan biya yî .
Lê ez zanim ku tû jineka ji Trolên çiyayî yî.
Ji dola Necken û şeytanê yî.
Trola çiyayî pekiya ji dêrî derket
kire nalîn û qajîn bi dengekî bilind.
Heke min camêre lewend bixista ji destê xwe
ez ê ji vê kula xwe bifilîtama
Mannelig beg, Mannelig beg;
tû ji min re nazewicî?
Ji ber, wan xelatên ez bi kêfxweşî didim te, de
Tû dikarî wek erê an jî na min bibersivînî;
Ku te ji min re bizewicî an na?