current location : Lyricf.com
/
Songs
/
Havîn lyrics
Havîn lyrics
turnover time:2024-09-28 10:56:23
Havîn lyrics

Şekir tal e tu şêrîn î,

Xelq zivistan tu havin î

Hemû dinya li alîkî,

Ji bo min tu li hêla dinê

Evîndar im min dît nedît,

Jana dilê'm nesekinî

Te agir xist li vî canê,

Hemû derê min şewitî

Li dûr li dûr nazan dikî,

Çer hez dikim tu baş zanî

Dibêm gavek nêzîk bibim,

Hem direwî hem dikenî

Bejn û bala te zirav e,

Rûyê biken mîna hîve

Ew çi çavin çi xweş nave,

Were heyran were were

Evîndar im min dît nedît,

Jana dilê'm nesekinî

Te agir xist li vî canê,

Hemû derê min şewitî

Comments
Welcome to Lyricf comments! Please keep conversations courteous and on-topic. To fosterproductive and respectful conversations, you may see comments from our Community Managers.
Sign up to post
Sort by