Ew pênc kes bûn, çar mêr û jinek
Ku her yek ji derek, le xwedî qederek "
Lêdin hevalno lêdin
Ma ev me çi dihesibînin?
Deh bi deh, sed bi sed
Teqîna çekan, vizîna gulan bû
Ne vîçîna teyran, ne herîna hespan
Ne evîna segan, ne meyina berxan
Ne jî dengê însanan bû
Bi tenê dengek hebû
Zagon, zagona şer u lecan bû
"Kî ne ev eskerên ku weha gule li me dibarînin
Ji ku ne, li ser axa me çi ji me dixwazin
Ma evîn û evîndarên wan
Hez u hezkarên wan nîn in?
Çima ew hez u evîna me tênaghin