Gulgulî ha bi gulgulî, gulgulî
Kesk û sor da xemilî gulgulî,
Dinya kên û kemilî gulgulî.
Xortê kurda xalis in gulgulî,
Ji ezbata fêris in gulgulî,
Xwe egîd in natirsin gulgulî.
Gulgulî ha bi gulgulî, gulgulî
Kesk û sor da xemilî gulgulî,
Dinya kên û kemilî gulgulî.
Keçikê kurda dengbêj in gulgulî,
Li ser dila dibêjin gulgulî,
Temam kezîdirêj in gulgulî.
Gulgulî ha bi gulgulî, gulgulî
Kesk û sor da xemilî gulgulî,
Dinya kên û kemilî gulgulî.
Keçikê kurda delal in gulgulî,
Dengbêj in deng zelal in gulgulî,
Tev yek in tev heval in gulgulî.
Gulgulî ha bi gulgulî, gulgulî
Kesk û sor da xemilî gulgulî,
Dinya kên û kemilî gulgulî.
Gulgulî gulistan e gulgulî,
Havîn e zivistan e gulgulî,
Kêf xweş e li Hayastanê gulgulî.
Gulgulî ha bi gulgulî, gulgulî
Kesk û sor da xemilî gulgulî,
Dinya kên û kemilî gulgulî.