Wî de dewran e, gulê mahrûmê dewran e…
Min dî bejna zirav sekinî li pêşya malê li ber bênderan
Li xwekirirye qutinyê Helebê ser bejna tenik û zirav de berdabû
Gulik û şurikên van kemberan
Digo lawiko tuyê xwedê hebînî min bihîstiye tuyê here welatê xerîbiyê
De rabe ramûsanekê ji dev û lêvê şekirî ji min keremke
Bira dilê te nebe meskenê derd û kul û van keseran
Ax de dewran e… gulê mahrûmê dewran e.
Wey de gelî gundîno… gelî gundîno û cîranno…
Sibê ye min di bejna zirav sekinî li derî malê gelo xwe dabû nava derî
Minê bala xwe daye ji linga heya serî
Û min jê dipirsî kubarê tu aziba an jî ferî
Go lawiko ezê bi te kim tuyê bi xwedê kî ji van gotinan vegerî
Li kumêtê serreş suwar be, ber derê me re her û werî
Bêbexto bihîstina ku min bihîstiye tu li ser şêx û melan pir digerî
Ew qedera ku xwedê neke bi kaxezên şêx û melan naçe serî
Ax de dewran e… gulê mahrûmê dewran e…
Ax de gulê lê lê ez wêran im
Wey li min gelî gundîno û cîrano…
Sibê ye malan barkir koç bi rê ket
Min dî kewa gozel xemilî bi refê ket
Ew û pîra diya xwe ji malê suwarbûn bi rexê ket
Xwedayê alemê wê qedera wê bi reş bigerîne
Tu bala xwe bidê kewa gozel li zozana danimê
Teze dilê min şewitî agir pê ket
Ax de dewran e… gulê malwêran, ax lê gulê li min dewran e