current location : Lyricf.com
/
/
Gulê lyrics
Gulê lyrics
turnover time:2024-10-06 08:19:25
Gulê lyrics

Ne tîr û ne xencer bû

Ne mar û ne ejder

Ne şûr û ne şeşder bû

Bêhna gulê ez kuştim

Ne kanî ne robar e

Dinê êvar û sar e

Erd evraz û xwar e gulê

Rûyê gulê ez kuştim

Çiya berf û duman e gulê

Gul sosin nemane gulê

Yê dimire beran e gulê

Rengê gulê ez kuştim

Gulê bêdil û bêcan

Gulê hekîm û sultan

Gulê rovî û şeytan

Sînga gulê ez kûştim

Dinê bêdeng û zer bû

Tirba min li der bû

Ne êrîş bû ne şer bû gulê

Çavên gulê ez kuştim

Gûlê bêdeng û bênaz

Gûlê bekir û awaz

Gûlê govend gûlê naz

Dengê gulê ez kuştim

Comments
Welcome to Lyricf comments! Please keep conversations courteous and on-topic. To fosterproductive and respectful conversations, you may see comments from our Community Managers.
Sign up to post
Sort by