current location : Lyricf.com
/
Songs
/
Gozel lyrics
Gozel lyrics
turnover time:2024-07-07 12:25:18
Gozel lyrics

Sîng û berê kew-gozelê Elegeze,

Vê bihаrê wê xemilye rez bi reze:

Memikê yаrê ser bedenê cot kаnîne,

Xаlêd sûret mînа konê kurmаncîne.

Guliyê yаrê mînа cewê der bihаrê

Hev girtine, fitil-fitil têne xаrê.

Ezî li ser kаw-kubаrê bengiyê xefur,

Min dа destа û lîlаndin sîmê tembûr,

Min go:-Yаrê, tembûr destê mindа helyа,

Were lаwikê xwe keremke cotê guliyа

Go:- Beytûyo, porr û guliyê min qumаşin,

Yêngê mînа te bêsewdа û bêhişin:

Sîng û berê min zozаne, ez çevreşim,

Ne yа teme, pаrа lаwikê xwe keleşim

Got, berzeqê û bi аvir min nihêrî,

Avirê wê min bûn mînа kêr û dir

Cotê guliyа bûn cote mer û min venîn,

Sаzê min ket, tilî-pêçiyê min lerizîn

Mêrg û geliyê Elegezê girtin dûmаn,

Nizаm çirа gelo bihаr bû zivistаn.

Comments
Welcome to Lyricf comments! Please keep conversations courteous and on-topic. To fosterproductive and respectful conversations, you may see comments from our Community Managers.
Sign up to post
Sort by
Show More Comments
Fêrikê Ûsiv
  • Languages:Kurdish (Kurmanji)
  • Genre:Poetry
Fêrikê Ûsiv
Latest update
Copyright 2023-2024 - www.lyricf.com All Rights Reserved