Generalekî tirsonek,
Zalimekî bê însaf
Dîwarên qalind bê pencere avakir
Dergihên hesinî, quflên polat dadan
Zindanên bin erdê , zindanên sarî tarî
Bi hostayiya sedsala bîstan pêkanî,
û li ber dergeh peyên bê mêjî
Mirovên potîn reş ,gerdeyanên robot raçikandin
Welathezekî serhişk, ku carekî got: na êdî bes e!
Li vê keleha zerhî , kire mêvan
General hertişt jê stand
Serbestî, çek, dê û bav, xûşk û bira
Jê stand rojxewnên şêrîn
Ronahî jê stand
Lê ma bawerî
Lêdan dane kehrebê
Hilweşandin, korkirin, sûtandin
Diran rakişandin
Neynûk rakişandin
Namûs hingavtin
Marşên şofînî pê dane xwendin
Pîsî pê dane xwarin
Lê çi kê wî dawî
Baweriya wî nehejandin.
Tirs kete dilê general
çekên xwe, hostayiya sedsala bîstan,
Dostên xwe yên li pişta behra
Bi çiyayê baweriyê pîvand li ber bû girkok, zû ji ber çavan windabû.
Şeveke havîna germ,
heyv li ezmana dibisirî
Stêrka xwe bi ser Herekorê û Geverê de,
bi hisret newq dikir wê şevê
Dengê gula tivinga pêsmerge ji Geverê firî û li Diyarbekirê danî
Dîwarên qalind çirand û mizgînî anî
ji girtîyên azadîyê re