current location : Lyricf.com
/
Songs
/
Ger Ji Wê Horîsiriştê lyrics
Ger Ji Wê Horîsiriştê lyrics
turnover time:2024-09-17 21:02:10
Ger Ji Wê Horîsiriştê lyrics

Ger ji wê horîsiriştê `işweyek izhar-i bit

Dê bibit narê Xelîli l-lah û dojeh sar-i bit

Wer ji ber perdê yedê beyda bi mu`ciz bête der

şems û kewkeb dê hilên `alem tejî enwar-i bit

Wer ji `eksa xemriyan qewsê qezeh dit yasemîn

Dê gul û reyhan bibarin têk û têk gulzar-i bit

şem`-i dê can dit ji şewqê bête ber şubhê nefes

Narit axir ger bi mûyek behsê zulfa yar-i bit

Silsila behsê ji xwîna dilber an zulfa biçîn

Dê xeta bit navê misk er nafe`ê tatar-i bit

toqê gerden helqeyê zunnarê zulfa yarê min

Dê kilîta kelbê `işqê helqeya zunnar-i bit

`Eqdê ihramê di `işqê da ko pîrê `işqê best

Dê çi xem ger xerqe rehnê xane`ê xemmar-i bit

Gezmeyek qewsê şevên `aşiq bi nîva dil kevit

Dê ji can destan bişût xasma kevan nûbar-i bit

Wer ji qewseynan bi mîzan bêne der cotek xedeng

Dê ceger bit pare pare sîne tar û mar-i bit

Xwîn ji mîlakê bi derba xencerê ger bête der

Bo şehîdê `işqê êdî dê ji kû hişyar-i bit

Dê ji wan le`lan şifayê dil bi qanûn telbe kit

Da işaret xweş bikin herçî kesê bîmar-i bit

Bilbilê mecrûhê `işqê taqeta xaran nihin

Dê kulafa rîşê sîne bişkowek bêxar-i bit

Her dilê bazîsifet dê şeydê teyxûnek we bê

Firr û perwazê humayî penceyê şûnqar-i bit

Yar-i dê hakim bitin qewlê reqîban guh nekit

şahê mulkê dilberî dê fa`ilek muxtar-i bit

Dil bi zulmê nasojî, xenc û xet û xal in di dil

Xeyrixwahên dewletê mîrî ji wan guhdar-i bit

Teyrê dil bê tem`ekê nayête dest şehzadeyan

Qûşçiyê şahîn di destê wî di bêazar-i bit

Bende`ê Baxwey bivêt dê meylê sîm û zer nekit

Da `etaya padişahan bê hed û ijmar-i bit

Sar dibit dil ma bi sed cewr û cefayan zerreyek

`Işq-i teb`etnar e hingî dê biçit dijwar-i bit

Leşkerê `alem meger yekser te dijmin bin Mela

xem bi mûyek nakişînî ger te dilber yar-i bit

Comments
Welcome to Lyricf comments! Please keep conversations courteous and on-topic. To fosterproductive and respectful conversations, you may see comments from our Community Managers.
Sign up to post
Sort by