current location : Lyricf.com
/
Songs
/
Ezdîn şêr beg lyrics
Ezdîn şêr beg lyrics
turnover time:2024-10-04 22:23:48
Ezdîn şêr beg lyrics

Sal hezar û heşt sed û pêncî û pênc, li ser bûyerekê mezin ev helbest peyda bû, şîn hat. gelê me vê halbestê ji wê rojêde heta vê rojê jîyan tim dide. em vê gavê ji wera bixwînin.

Mîro tê ji têlanê hakîmo tê ji têlanê,

lo lo êzdînşêr beg torîno tê ji têlanê,

qevda şûr girêda mergo ser qolanê,

lo lo êzdînşêr beg hakîmo tê ji têlanê,

termê mîrê xerza maye ber baranê,

lo lo êzdînşêr beg hakîmo tê ji têlanê,

mîro tê ji Dihokê, hakimo tê ji Dihokê,

lo lo êzdînşêr beg torîno tê ji Dihokê,

qevda şûr girêda mîro ser kawokê,

lo lo êzdînşêr beg hakîmo tê ji Dihokê,

termê mîrê xerza maye ber teyrokê,

lo lo êzdînşêr beg hakîmo tê ji Dihokê,

mîro tê ji zokêyo, hakimo tê ji zokêyo,

lo lo êzdînşêr beg torîno tê ji zokêyo,

qevda şûr girêda torîno ser newkêyo,

lo lo êzdînşêr beg hakimo tê ji zokêyo,

termê mîrê xerza maye ber berfêyo,

lo lo êzdînşêr beg hakîmo tê ji zokêyo.

Comments
Welcome to Lyricf comments! Please keep conversations courteous and on-topic. To fosterproductive and respectful conversations, you may see comments from our Community Managers.
Sign up to post
Sort by