Min pirs bikî, ez tuneme
ez kilê çavê te me,
êmîşê devê te me,
ez tor û mircanê te me,
gustîlka tiliya te me,
qeytana guliya te me,
hêkela sîngê te me,
xala gerdena te me,
rextê bedena te me,
min pirs bijî, ez tuneme.