current location : Lyricf.com
/
Songs
/
Şeva tarî lyrics
Şeva tarî lyrics
turnover time:2024-10-05 14:09:58
Şeva tarî lyrics

Şev bû tarî, nîvê şevê, xewa şîrîn,

Vê zalimê çima nayê, dilê min kir birîn,

Ew hesreta nava dilê mi da, tev bû girîn,

Ji girîna çavê min werimîn.

Heya kîngê bikim gazî û bibêjim,

Derdê nava dilê xwe jê ra birêjim,

Îsal pê da serî li mi gerandiye ker û gêj im,

Vê zalimê çima nayê jê ra bêjim.

Vê zalimê çima nayê mi bibîne,

Kelekî xweydanê mi dibe û yek tîne,

Rêka min dûr e, çavê mi wî nabîne,

Dilê mi jê ra bi kul û birîn e.

Keçê çima tu bêdeng û tu bê hes î,

Çi zalim î çima tu li mi napirsî,

Herê wele îro miro te canê mi heland,

Dil û cegera mi mabû, tev helisîn.

Şev bû tarî, nîvê şevê, xewa şîrîn,

Vê zalimê çima nayê, dilê min kir birîn,

Ew hesreta nava dilê mi da, tev bû girîn,

Ji girîna çavê min werimîn.

Comments
Welcome to Lyricf comments! Please keep conversations courteous and on-topic. To fosterproductive and respectful conversations, you may see comments from our Community Managers.
Sign up to post
Sort by