Tu gulekî bê baxçeyî
Bilbil çawa te bibîne
Tû etuna dilê min î
Kes nikare bitefîne
Evina tê tasek jehrî
Ez wedixum qulta dawî
Loqman hekim bê çare ma
Bê te diçim qebra tarî
Em mêvan in li wê dinê
Ezab nedin can û dilê
Be te nabê yarâ min
Ma çi heye li wê dinê
Emir kine zû dihele
Can bêteye zor binale
Keba dil êminê canê
Wer Beytocan pir bê hale