Lê lê rindê lê lê dînê
Ez helandim vê evînê
Gelek bedew û rind min dît
Ji te xweşiktir tune li dinê, hey
Êdî ez ê ji vir her im
Çav û birûya ji kê ra kil kî
Esmerê lê yarê
Çavreşê lê lê yarê
Ez nizan im tu çi dixwazî
Te ez kirim ta û derzî
Şev û rojan li pey te mirim
Dîsa jî tu ne bûyî razî, hey
Min xortanî xwe da te
Dîsa jî tu ne bûyî razî, hey
Tu kafirî nayê îmanê
Çi bikim dîsa mam bi tenê
Ji çavên min wek baranê
Ne hêsir xwîn dibare, hey