Pêşmergê me va hatin
Ji çiyayê Kurdistanê
Rext li ser milê wane
Serbilind û aza ne
Cihê bav û kalên wan
Bi xwîna wan bûye sor
Xwîna wan giran bûha
Belaş narjîn ew niha
Şervanin can fîdane
Şêrê welatê xwe ne
Nayê bîra wan mirin
Ala rengîn bi dest wane
Qîz û xort bi hevre
Ji bo welat dikin şer
Bimrê bişkê koleder
Bijî kurd û Kurdistan