current location : Lyricf.com
/
Songs
/
Em ne xwînî ne lyrics
Em ne xwînî ne lyrics
turnover time:2024-10-04 22:27:07
Em ne xwînî ne lyrics

Lê lê dayê ez destê xwe ji çek û rextê xwe bernadim,

Bira tu zanibe heger can û ruhê xwe jî bi ser dim,

Dayê welat bindest e vê dozê nikarim tu car berdim,

Ax de menal menal lê dayikê,

Reşa xwe deyne lê xwe hînke, dema me nîne ji bo şînê ax…

Gelî heval û hogiran hunê bi zixit û lîlan laşê me rakin,

Ala rengîn bi ser me dakin, gulek sor bi serê me de çakin,

Ax de menal menal lê dayikê,

Reşa xwe deyne lê xwe hînke, dema me nîne ji bo şînê ax…

Heyran hûnê herin hevre doza xwe tev berdewamkin,

Bes e bêjin hûn pêşmergi em te ji bîr nakin,

Em sond dixwin te dilşad kin,

Ax de menal menal lê dayikê,

Reşa xwe deyne lê xwe hînke, dema me nîne ji bo şînê ax…

Comments
Welcome to Lyricf comments! Please keep conversations courteous and on-topic. To fosterproductive and respectful conversations, you may see comments from our Community Managers.
Sign up to post
Sort by