current location : Lyricf.com
/
Songs
/
Elo dîno / Şemîranê / Şekir Axa [Turkish translation]
Elo dîno / Şemîranê / Şekir Axa [Turkish translation]
turnover time:2024-10-05 15:41:20
Elo dîno / Şemîranê / Şekir Axa [Turkish translation]

[Elo dîno]

Elo dîno,

Elî Axayo,

Simbêl reş û xwînşêrîno,

Elo dîno,

Elî Axayo,

Qesra Elê mermer gişte

Birca Elê mermer gişte

Ew şûre beran pişte

Jaro Elo, Eli Axayo

Elo dîno,

Qesrê Elê nava rêyo

Birca Elê nava rêyo

Dengê du şêra wê têyo

Jaro Elo bi şûr çûyêyo,

Dengê du şêra xweş tê,

Jaro Elo bi şûr geheştê,

Jaro Elo navda kuştê.

[Şemîranê]

Şemîranê, Şemîranê, Şemîranê,

Mala bavê Şemîranê,

Me cot keşa behra Wanê,

mala bavê Şemîranê,

Sêsed pale wê berdanê,

Mala bavê Şemîranê,

Her pale ge sed zêr danê,

Sêsed pale wê berdanê,

Mala bavê Şemîranê,

Her pale ge sed zêr danê,

Mala bavê Şemîranê,

[Şekir Axa]

Hay şeng e şeng e,

Şekir Axa şeng e,

Hay şeng e şeng e,

Şekir Axa şeng e,

Şekir Axa kuştin, lo,

Ertoşiyan da deng e,

Gelîngê Şaxê,

Gelîngê kûr e,

Li me bû hewar, le,

Gazî li me dûr e,

Şekir Axa rêvîng e,

Rêka wî dûr e,

Şekir Axa rêvîng e,

Rêka wî dûr e,

Gelîngê Şaxê,

Gelîngê sar e,

Şekir Axa rêvîng e,

Şekir Axa kûştin,

Li me bû heware,

Hay şeng e şeng e,

Şekir Axa şeng e,

Hay şeng e şeng e,

Şekir Axa şeng e.

Şekir Axa kûştin,

Ertoşiyan da deng e.

Comments
Welcome to Lyricf comments! Please keep conversations courteous and on-topic. To fosterproductive and respectful conversations, you may see comments from our Community Managers.
Sign up to post
Sort by