roj her êvar biçe ava jî
her sibeh dihile
kulîlk biçilmisin jî
şîn dibin dîse
birînên tûjtirîn sax dibin
êşên girantirîn ji bîr dibin
naxwe ev tirs ji bo çi ye? De ka bêjine min
(naxwe ez çima neguherrim?
de ka bêjine min)
helbet carna ez ê bibeşişim, carna jî biçilmisim
helbet ez ê ji wir herrim vir, paşê jî ez ê bifirrim
helbet ez ê bizîvirrim carna, piştre jî rawestim
helbet ez ê bibêjim carna, carna jî huş bibim
min bawer nekir qet
nikarim bawer bikim
ko dawîyeke her tiştî heye