Dilbera xewn û xeyalan
Cêwiya ciwanşepalan
Piştî kerb û jana salan
Îro li min mêvan e ew
Hatî di destan de gul e
Danî li gereva dil e
Manendê kevoka sil e
Di nav mij û moran e ew