current location : Lyricf.com
/
Songs
/
Dil Yek e [Bes] lyrics
Dil Yek e [Bes] lyrics
turnover time:2024-10-05 19:23:29
Dil Yek e [Bes] lyrics

Dil yek e dê `işq-i yek bit `aşiqan yek yar-i bes

Qible dê yek bit qulûban dilberek dildar-i bes

Min di benda zulfekê dil da bi destê pîrê `işq

Lew di `işqê da ko best ihram û yek zunnar-i bes

Terh û terzê bûne zunnar û çelîpa yek bi yek

Lew mi zunnar û çelîpa yek tinê yekcar-i bes

Hin ji nik dêrê ve tên qesta keniştê hin dikin

Ney ji van im ney ji wan im min derê xemmar-i bes

Gerçi tên reqs û semayê her seher sed neyşeker

Min di bezma sirşirînan ew şirînreftar-i bes

Weh çi wala gewher in hatin libasê cism û can

Min ji wan horîsiriştan ew perî rûxsar-i bes

Hewce sihrê Samirî nîn in ko zulfa reş bikit

çeşmê benda dilrubayan kagula `eyyar-i bes

Bilbilan sed gul di çav in çav li sed gul dî dikin

Min di baxê gul`izaran yek gul û gulnar-i bes

Min di baxê gulfiroşan dî `eceb resmek xerîb

Xariteb`an gul di dest in gulperistan xar-i bes

Ew cefa çû der ji hed zulma te bir hetta bi çîn

Rehmekê carek nekî hey zalim ev azar-i bes

Xerqê deryayê gunah în teşneyê lutfa heq în

Rehmeta amirzigar û şefqe`a xeffar-i bes

Ehlê dunyayê seraser dijminên min bin Mela

Piştemêrê min `Elî bi, heyderê kerrar-i bes

Comments
Welcome to Lyricf comments! Please keep conversations courteous and on-topic. To fosterproductive and respectful conversations, you may see comments from our Community Managers.
Sign up to post
Sort by