Ev dilê min ji hev par kirin
Yek ji min dizîn wenda kirin
Yek li ber çavêm bin ax kirin
Yek li sûkan pêxwas kirin
Lê lê dayê lê lê dayê
Ev derdên min dawî nayê
Çavê min li rêyan maye
Ji kesekî xeber nayê
Yek şewitî bi etûnê
Yek xwîn digirî lê anê
Yek avêtin bin zindanê
Yek şandine dawiya dinê
Lê lê dayê lê lê dayê
Ev derdê min dawî nayê
Çavê min li rêyan maye
Ji kesekî xeber nayê..