Hurik hurik dikeniya
Kenê wê gul dibariya
Dîjloka min buye kevok
Li nav refê cangoriya
Mîrînê re nebe heval
Xwe bernede nav axa sar
Jînê mi nekê tengesar
Hewar hewar Dîjloka mi
Wekî Oxir wekî Loqman
Wekî Rojhat wekî Ceylan
Wekî hemu cangoriyan
Mirin li te naye Dîcle mirin te naye
Hevaldîska aşitiyê
Canê xwe da li vê riyê
Dijloka min kete gorê
Çu oxira bêdawiyê