current location : Lyricf.com
/
/
Dezgirtiya xortan [Nalînek tê guhê min] lyrics
Dezgirtiya xortan [Nalînek tê guhê min] lyrics
turnover time:2024-07-01 11:15:47
Dezgirtiya xortan [Nalînek tê guhê min] lyrics

Nalînek tê guhê min, lê winda û nihane,

Agir berda dilê min, tev bû pêt û dixane,

Barek da ser milê min, lê barekî girane,

Dane ser hev kulên min, hemî derd û belane,

Kurdistana delalim, herkes tê min dixwazî,

Ez pir şox û şepalim, min deng daye bi nazî,

Ev bûn bîst û du salim, li ser min cengebazî,

Kurdo wer min bixwaze, belê bi serfirazî,

Xemlandî me seranser dezgirtiya xorta me,

Gerden sêvek sor û zer, li hêviya merda me,

Qelen xwîn e ne gewher, Kurdistana kurda me,

Bê tang û top û leşker, îro we ez berdame,

Xortên kurdan şiyar bûn, guh nadin van nemerdan,

Bav û kalê me rabûn hemî mirin ji derdan,

Derdên li wan giran bûn, îro li me çi ser dan,

Ne wek bav û bira bûn, yara xwe j'dest xwe berdan.

Comments
Welcome to Lyricf comments! Please keep conversations courteous and on-topic. To fosterproductive and respectful conversations, you may see comments from our Community Managers.
Sign up to post
Sort by
Show More Comments
Cigerxwîn
  • country:Syria
  • Languages:Kurdish (Kurmanji)
  • Genre:Poetry
  • Wiki:http://en.wikipedia.org/wiki/Cigerxw%C3%AEn
Cigerxwîn
Copyright 2023-2024 - www.lyricf.com All Rights Reserved