current location : Lyricf.com
/
Songs
/
Derewe [Turkish translation]
Derewe [Turkish translation]
turnover time:2024-07-03 06:16:33
Derewe [Turkish translation]

Çi dikin em deng nakin, em namirin ji şerma

Bêdengin, ditirsin cihê qûna me jî germ e

Em fêm nakin, me girêdidin, êrîş dibin ser me

Em nafikirin, dimeşin li ser riya dane ber me

Zikreşî, nexweşî belav kirin di nava me de

Herkes ji xwe re

Herkes rûniştiye di mala xwe de

Tev di bin çavan de, kontrola bi riya telefonan

Ew heywan e..

Ew mirovê ku ava kir korona

Serdestê serê me ne еw şirket û bankên pera

Axayê gundan, şêx û mela

Tеv ser serê me ne

Wezîrên dewletan celadên zarokên me ne

Berpirsiyarên êşa birînên

Dayikên me ne

Xema me ye, em hene..

Lê ka em çi dikin?

Em rewşa xwe qebûl bikin?

Yan em rûnin dua bikin?

Em ji wan re bihêlin?

Ji derewên wan bawer bikin?

Em li hêviya Xwedê bihêlin?

Yan em rabin çareser bikin?

Difikirî hê bikirî tê pêşkevî - Derew e

Tu zengîntir bibî tê bextewar bibî - Derewe

Tu lawaz î, ne bedew î. Tu têrî nakî - Derewe

Tu tenê laş î - Derew e

Wek xwe ne baş î - Derew e

Me gezek li sêva wan da

Li sêva neqeşartî

Em tim li ber çava ne

Hertiştî wan jî ma veşartî

Kê got çapêminî

Diweşênin bêalî?

Tev me dixapînin

Bi ragihandina yekalî

Zara davêjê ser masê

Bi destê xwe yê lewitî

Tu jî keverikî

Ser nerdêtextê wan

Jiyan bêqîmet e

Bi qumara bêwijdanî

Ji bo pergala wan nekevê

Tu jî rola xwe dilîzî

Pey dikevî li jor û jêran

Lê çi diberiqê ne zêr e

Dinya ne mayê ji kesî re

Vê bimîne ji kê re?

Ji xwe re ker e

Ji me re zana û bi hêz e

Aqil bide xwe, te xêr e?

Hacî ne li şer be şêr e

Şer e,şer e

Ka kê qezenc kir ji me re bêje

Me berdin hev

De çekên xwe bifiroşin vêca

Şoreşek heye

Tu jî rabe jê nemênîne

Dengekî te heye

Ê naxwe bikar bîne

Difikirî hê bikirî tê pêşkevî - Derew e

Tu zengîntir bibî tê bextewar bibî - Derewe

Tu lawaz î, ne bedew î. Tu têrî nakî - Derewe

Tu tenê laş î - Derew e

Wek xwe ne baş î - Derew e

Çi nizanibî nizanî

Çi bifikirî bawer dikî

Mejî jî tije kirî..

Derew e tu fêm nakî

Dinya li ser pişta me ye

Pera di berîka zengînan de

Karker e, deyndar e

Dernakevê ji bin teqsîtan

Pergala xwe

Ser me ferz dikin li dibistanan

Jiyana me erzana

Dikirin difiroşin li bazaran

Herkes xwe li erdê dixê

Ji bo çend likes û şopvanan

Xwe fehşo mehşo dikin

Li ser snapchat û înstagrama

Aqil ne asîl kîlo ye

Ne asîl qam e

Dibêjin fenomenê

Ne hêjaye pênc girama

Wext û keda bidin hunerê

Didin reklaman

Gotinên wan erzanin

Lê cilên wan buha ne

Zarok temaşe dikin

Dibêjin qey rastî weke wan e

Sofra gura ye

Kê şîvan e, kê beran e?

Me nexweş kirin

Gêj kirin bi heban û dermanan

Vaksîna wê xweza ye

Lê gîha îllegal e

Buha buha difiroşin me

Tiştên ji me dizî ne

Lê negere li piyasan

Dilê te xezîn e

Difikirî hê bikirî tê pêşkevî - Derew e

Tu zengîntir bibî tê bextewar bibî - Derewe

Tu lawaz î, ne bedew î. Tu têrî nakî - Derewe

Tu tenê laş î - Derew e

Wek xwe ne baş î - Derew e

Comments
Welcome to Lyricf comments! Please keep conversations courteous and on-topic. To fosterproductive and respectful conversations, you may see comments from our Community Managers.
Sign up to post
Sort by
Show More Comments
Serhado
  • country:Sweden
  • Languages:Kurdish (Kurmanji)
  • Genre:Hip-Hop/Rap
  • Official site:https://twitter.com/kusin47?lang=de
  • Wiki:http://ku.wikipedia.org/wiki/Serhado
Serhado
Latest update
Copyright 2023-2024 - www.lyricf.com All Rights Reserved