Rewşenbîrê Kurd ê nemir, Nurî Dersimî wiha dibêje :
"Min jî li ser vê rêya dijwar
Gelek kire qîr û hawar
Da jibo we jî rojeki
Dinya bibe gulbihar"
De were lê ayy derdê...
Xemê, derdê, mereqê, elemê...
Birîn a kûre,
Ji destpêka emrê mida te xistîye nava dilêmine lê...
Jana giran e heba leglegê,
Ji destpêka emrê mida te xistîye nava perdên dilêmine lê...
Konê pêçayî daye ser milê mine
Berê min daye reya bêdawîye
Çerxa felekê min digerîne
Nema tîne dawîya emrê mine lê...
Ha de bêje, lê de bejê, wê de bêje!
Wê çawa here ji bîra mine lê...
Wê çawa here ji bîra min lekê xwînê li rûyê zinaranda!
Di şikeft û berqefat a hê jîne hestîyê bav û kalê mine lê...
Wey jana girane birîna kûre..
Te kirî mafê jîna mine,
Li her şevê mêvanê xewna mine lê...
Birîna xedare: Şûna derba atûna qurşîne lê...
Xwîna diherikînê, mîna pêlên Ferat'ê gergîbîr e,
Mîna çemê Minzûr'ê belekê berfê helîyane ji serê çiyayên Dersim'êda...
Destê xwe didin ser vê birînê
Nikarin bigrin vê lehiya xwînê lê...
Lê tirsa min ji wê tirsê:
Bimirim nebînim xule xula vê Çemê Minzûr'ê diherkînê,
Û dixemlînê erdê Kurda lê dibê evîne lê...
Lê tirsa mine:
Nebînim eba min dest mida digerim li şikefta, berqefta,
Dicîvinim navde hestîyê bav û kalê xwe,
Wada bixwe me mezelê şehîdbûnê wayy...
Ji tere rakim vê eşq û evînê lê...
Xemê, derdê, kulê lê lê..