current location : Lyricf.com
/
Songs
/
Îd e û Da Alemê Bangi Şefayê Xas û Am lyrics
Îd e û Da Alemê Bangi Şefayê Xas û Am lyrics
turnover time:2024-09-17 20:58:27
Îd e û Da Alemê Bangi Şefayê Xas û Am lyrics

`îd e û da `alemê bang-i şefayê xas û `am

Mah-i new ebrû numandin çû ji ber `ewr û xemam

Xweş bi dor camê işaret kir hilalê saqiyan

Mahitabên zuhresîma çaridehsalî temam

Name tey kir roze`ê `îdê vekir feşla meyê

Lê bi zimzim tên bi awazê neyê fincan û cam

şahidên gulreng-i saqî belkî nisrîn in beşer

Ê di lebsê erxewanî nêrgizên `er`erxiram

Ya reb ew rûh in mucessem yan misalê rûh in ew

Lew bi sir caman dibexşin nazikên şêrînkelam

Ew çi `alî gewher in hatin libasê cism û can

`Işweyên wan şubhê iksîrê di qelba nin meqam

Wek Melê gavek tinê xa`ib ji dîdarê nebim

Wer bibim wê sa`etê lê bin ji min da sed selam

Comments
Welcome to Lyricf comments! Please keep conversations courteous and on-topic. To fosterproductive and respectful conversations, you may see comments from our Community Managers.
Sign up to post
Sort by