Ji derdê evîna yarê
perîşan im, min sed eman
ji beyanî ta êvarê
şaş û gêj û wek serseman,
wek sersem û wek sewsiya
digerim li çol û çiya
goştê canê min heliya
şiyan û qidûm jî neman. .
ev ar ê taya evîn e
nefes li min diçikîne
min ne mecal, ne hekîm e
manendê êşa bêderman.
dil bi birîn û mûmar e
xedeng li destê nojdar e
ji ber daxan min hawar e
qîrek li erd, yek li ezman.
evîndar im, ez ne dîn im
di eşqê de mem û zîn im
dil pare û bi birîn im
ji dil diçe pêt û dixan.
heta ku ez te nebînim
maçek ji lêvan nestînim
pê sedsalan neqedînim
qet namirim û esselam.
keçê were ser vî mirî
goştê ji hestî feşkilî
carek dest deyn ser vî dilî
ku lêde manendê keman.
keçê were min bibîne
derê mizgeftê danîne
mirî me, tu bivejîne
weke îsa, lê be selam.
bila em her du zînde bin
dil de gul û kulîlk vebin
bi mirinê cuda nebin
mîna mem û zîna zêdan.
keçê ji bircê were der
seryek bide dilê b`keser
lê ba bijen bi pora qer
ji bîr bikim kul û derdan.
ka em biçin bexçê gula
rizgar bin ji derd û kula
zend li bin seryan bin bila
doşek erd be, lihêf ezman.
ka em herin omeriya
li nav bax û hûrdeviya
tu bibî diya sebiya
ew çax mirin li ser çavan.
gelek wek min evîndar in
bêderfet û ne li kar in
hin ji wan jî li sêdar in
wek ev car û wek her deman;
evîndarê çavên belek
pora tarî, biskên xelek
bro omerî wisa gelek
dil şa dike bi xeyalan.