current location : Lyricf.com
/
Songs
/
Bona Bîranîna Etemê Rehmetî lyrics
Bona Bîranîna Etemê Rehmetî lyrics
turnover time:2024-07-02 15:32:09
Bona Bîranîna Etemê Rehmetî lyrics

Kurr dikşîne nefesê,

Ruh hatiye ber qefesê,

Lê teyîsye reng û rû,

Dê nagirî, xwe venarû.

Bigrî- kurê bitirse,

Negirî- ax dil diquse...

Bûye rûnê ser sêlê,

Hê nehele qertelê?

Kurr dinhêre çevê dê:

"Min sar bûne dest û pê,

çira nagriyî, dayê can,

Bigirî, bigirî, binele,

Ez jî zanim, xayê can,

Yamin boş û betale"...

***

Dîsa were yar keçikê, min bi evîn û surr bike,

Hubê bike liva pîçkê, agirê dilê min gurr bike.

Tengezerim, hesera teng Ii min pêge, buhurr bike,

Cahiltiya min min têke beng, xewn û mitala pirr bike.

Cahiltiya min ji dest min çû, ez bûm dîlê te, nederê,

Neder jî çû, ev kula han li min hate miyaserê:

Birîndarim, muhbet sebeb, lê bê evîn - ezî bêçar,

Were kawê, belkî baskê cahiltiya min neêne xar.

Heyat xweşe, ezî - tûnsiz, yazixe derd bibe qeda,

Emirê minî terrî cahil here deya û bêxeda.

Were, were, yar keçikê, min bi evîn û surr bike,

Hubê bike ba û birûsk, agirê dilê min gurr bike.

***

Ew porê te reş,

Ew enya te geş

çawa hevdu tên!

Ew çevêd belek,

Ew qaşêd xeleq

çawa hevdu tên!

Ew dêmê gulav,

Ew lêvêd alav

çawa hevdu tên!

Ew çena te kurr,

Ew gerdena durr

çawa hevdu tên!

Ew bedena ber,

Cot hinarêd ser

çawa hevdu tên!

Ew bejina şitaf,

Navkêlka zirav

çawa hevdu tên!

û ew bejin û bal,

Ew kubira delal

çawahevdutên!..

Ew sewdê min feş,

Dilê min serxweş

çawa hevdû tên...

***

Cahiltiya min bû xezaleke kûvî,

Min zeft nekir, banzda ji dest min revî,

û şev û ro çiqa li pey direvim,

Nagihîjmê... aqa jê dûr dikevim..

Comments
Welcome to Lyricf comments! Please keep conversations courteous and on-topic. To fosterproductive and respectful conversations, you may see comments from our Community Managers.
Sign up to post
Sort by
Show More Comments
Fêrikê Ûsiv
  • Languages:Kurdish (Kurmanji)
  • Genre:Poetry
Fêrikê Ûsiv
Latest update
Copyright 2023-2024 - www.lyricf.com All Rights Reserved