Di payîzekê perwer da bû Roj li ber ava bû
Qolincên dayka min hebûn
Di dawîya şevên reş
Mîna rojekê sor çawa tê dunyê
Dayika min ji bi êşê pir giran tu anî dunyê bira
Tu di himbêza me helnehat ti buy
Cîranan gotibu ew kur wê bibe mêrxwazekî mezin
Wiha behsa te dikirtin dayka min
Û sal bi kêfên buharê hatine
Û bi xemgînîya payîzê re buhûrîne di ser warê Dêrsimê ra
Tu jî bi zilm û zora çakûçê zalima mezin buy
Bi agirê dilê dayikan şewitî
Te dilê xweyî şewitî bi ava çemê derd û kula, bi çemê
Munzûrê av da bira
Loma buye polat, buye egîdekî mêrxwaz
Û xof û tirs ketî dilê neyara
Cîranan ne şaş gotibu
Te rûwê wan fuqera rêş dernexist
Rûwê teyî ken, dilê teyî germ û berê te tim li çiya bû
Di dilê birayê min da hêviya gelê min û evîna çiya hebû her tim
Ax birayê min, hevalê min, egîdê çiyayê Munzûrê, Huseyênê min
Tu êşa dilê min, berxê dayika min, û şêrê gelê min, birayê min
Di şevek lal de û reş tarî
Ta xatir ji me xwest li dû xwe hişt derî
Sal û wekt buhurîn û dem zivirî
Çerxa felekê li ser serê me gerî
Ax bira Huseyn cigera min
Ax bira Huseyn hevalê min
Tu berxê dayka min şêrê gelê min
Dibêjin rojek meha havînê
Dîsa destxwînen artêşa romê
Te hiştine di nav gola xwînê
Te kirine mêhvanê vê dinê
Ax bira Huseyn cigera min
Ax bira Huseyn hevalê min
Tu berxê dayka min şêrê gelê min
Rêçên te li dora çemê Munzurê
Bêhna te ji çiyayên Dersimê
Çavê min li te digerin her derê
Bê te jiyan ne xweş wek mina berê
Ax bira Huseyn cigera min
Ax bira Huseyn hevalê min
Tu berxê dayka min şêrê gelê min