Bilûra min a sêrîn,
Tu di sariya sibehê,
Û hingûra êvarê de,
Hevalê behevalan,
Destbrayê sivan û dilketiyan î,
Dengê te hestirên dilên xemgîran,
Silava ji hev-veqetiyan,
Girîn û zarîna dilketiyan,
Tîne bîra min,
Bilura min, tu i,
Xemrevîna têrkeserên dinyayê.
Dengê bilûra min,
Çiya û zozanên bilind,
Kaniyên bi gul û rîhan dor girtî,
Guhê sikeft û serê zinaran,
Guhdarên tembura min,
Û sura bayê xerbî,
Te di naw pelê darê de digerînê.
Bilûra min,were em ê,
Bi wî çiyayê bilind re,
Bi hewa kevin,
Û bibin cîranê bayên xurt,
Û hevalê kim tên wan,
Yên bi mij û dûman,
Û tê de dengê xwe berdin,
Û zarîna dengê me,
Bikeve nav kortal û geliyan,
Û bêcaniya erdên jêrîn,
Bihejîne;
Û pêlên ava heftrengê xemzebaz,
Nalîna me bigehîne,
Desta sir ûç û diyarbekirê;
Û kalîna berxan,
Tev sehîna hespan.
Li me vegerînin,
Bilûra min,binêre û bibihîse,
Roj çû ava,
Stêra êvarê bû ges,
Kolosên çiyan ên gewr,
Û hewraniyên wan ên sor û zêrîn,
Bûne çûn;
Û pêlên nava sevên res,
Ketine dest û newalan,
Heta rûyê gir û kepezan,
Di qeraca de,
Kevir piyê sevgera dixapînin.
Û bêdengiya sevê de,
Pêjna lingên mêrxasan tên.
Bilûra min,
Dengê xwe berda Dinya yê,
mîna zarokekî bersîr,
Ket dergûsa xwe;
Dengê xwe berde, bilûra min,
Û jê re bilorîne,
Xema wê birevîne,
Bilûra min tu î.
Xemrevîna terkeserên dinyayê;
Û li rojhelatî,
Dema ko dinya hisyar dibe,
Ji xew radibe,
Ji me re,
Strana azadî û serbestiya,
Kurdistanê,
Binehwirîne,
Û dengê wê stranê, bila,
Mîna tîrêjên rojê yên pak û zêrîn,
Bikeve nav dil û guhên me,
Bilûra min
Tu î xemrevîna dilketîyên welêt.