XEM - (RAP Verse)
Ev dinya wekî esrarê serê me xweş dike
Hineka gêj dike hineka dîn dike
Nizanim çima jîyan bela xwe li me dide
“Gulma! zatenî moralê me bozixe!”
Ji bajarê Gotham City ji deşta Xerzan
XEM Timoqy ez, gohê xwe veke lan
Kesê ku dibê Joker im bila were 'Batman'
Siwar hatin pîya çûn di rê de tazî man
Ka ez nabînim delalî xwe bidine wê alî
Li Twitterê genîyî li Instagram fake'î
“Hey Baby” tu ji kîjan gundî?
Wekî savar û tirşikî tu jî tevlîhev î
Ez kurê dîya xwe me ez kurê bavê xwe me
Tu tişt ne xema mine li ser rêya xwe me
Mîna axayê heft gundan kêf kêfa mine
Ev jîyan careke heneke hayde bikene
JEHRMAR - (Dîsgotin - Nakarat - Chorus)
Ev jiyan wek meydane
An şer e an dîlane
Tu xem neke bikene
Aqil taca zêrîn e
XEM & JEHRMAR - (RAP Verse)
XEM - Di vê demê de evînî quzilqurt e
JEHRMAR - Pere derman e lê hestîyarî 'Jehr' e
XEM - Karakter sivik be ego pir girane
JEHRMAR - Ger aqil kêm be doxîn siste
XEM - Li alîkî drama alîyê din komedî
JEHRMAR - Tevlîhev bû ye êdî rastî û şaşî
XEM - Bextê me tirşike lê dixwazin Sushî
JEHRMAR - Beden metropole belê mejî gundî
XEM - Millet serî radikir lê mela bankir
JEHRMAR - Mirovên delal ji vê dinyê barkir
XEM - Ewil digotin qeder lê niha Tinder
JEHRMAR - Corona derket kenîya xwe bi me kir
XEM - Lehmecun kebap kelle paçe
JEHRMAR - Derman goşte dev bê dirane
XEM - Zik birçî be jî ev dil vegane
JEHRMAR - Dixwo dixwo eslê xwe nizane
JEHRMAR - (Dîsgotin - Nakarat - Chorus)
Ev jiyan wek meydane
An şer e an dîlane
Tu xem neke bikene
Aqil taca zêrîn e
JEHRMAR & XEM (Dîsgotin - Nakarat - Chorus)
Tu şerm neke bikene
Qet xem neke bikene
Bêhna fireh bikene
Halê me binêre bikene