Bawerke ji min lo,
Te dilê min kiriye ar,
Nabe wilo lo lo,
Kengê ar dibe sar,
Were ba min delalo,
Li ber çavê min here wer,
Bawerke ji min lo,
Çavên te yên reş û belek,
Ew dêmên weke gulî,
Gava ji min dûrbin henek
Dilî min ji êşa dikelî,
De were e bikin henek,
Bila kul ji dil hilî,
Bawerke ji min lo,
Evîna min û te,
Evîna Zîn û Mem,
Ken û henekên me,
Tev bûne kul û xem,
Kengê bihûrê dema me,
Da dibihûrê bi zorê dem,
Bawerke ji min lo.