Dinale dîsan bilûra dilê min
Ji xerîbiyê re, ji xerîbiyê re
Ku nabînim tu waran
Dinalim dîsan ji evîna xwe re
Çengava diavêjim
Ku derkevim ji vê gêrê
Û xwe berdim spîtahiya çavan
Dinale dîsan bilûra dilê min
Ji xerîbiyê re, ji xerîbiyê re
Ez ji bona te bûme kevirekî qels
Pêlên nerm tên
Û qetan ji min vedikin