current location : Lyricf.com
/
Songs
/
Awazek tê lyrics
Awazek tê lyrics
turnover time:2024-07-03 09:34:02
Awazek tê lyrics

Ha werin rojê, li me sitar û jiyan e,

Bihar e,

Bihara Mezrabotan e,

Wey belê îro, kurd û ereb û ermen û aşûr û sûryan û turkmen li hev civiyane,

Şahiya xwebûnê ye, dîlan e

Awazek tê ji rojava,

Şoreşa kurdistanê ye,

Xemla wan bi torîn e,

Cenga wan şewqa rojê ye.

Roj li Rojava hilberî,

Genim, simbil rabû ser, êdî,

Ked û heyfa, salên zorî,

Li bin dera gela raperîn.

Nasnake benda serdestî,

Diherike ber bi azadî,

Va ye îro nûjen dibe,

Dîroka resen Kurdîstanê.

Pêşkevin em serfirazin milletê kurdî,

Yan mirin em dê bibînin, yan jîna kurdî,

Ax milletê kurdî, ax milletê kurdî.

Biheşta welatê jînê,

Nirxê mirovahî canfîde,

Bi tîna evîna rojê,

Xweserîya hebûnê saz dibe.

Lê dide dilê Kurdistan,

Bi rihê cangorîyên dozê,

Pêl bi pêl mezin dibe,

Diherike şoreşa viyanê.

Comments
Welcome to Lyricf comments! Please keep conversations courteous and on-topic. To fosterproductive and respectful conversations, you may see comments from our Community Managers.
Sign up to post
Sort by
Show More Comments
Awazên Çiya
  • Languages:Kurdish (Kurmanji), Zazaki
Awazên Çiya
Latest update
Copyright 2023-2024 - www.lyricf.com All Rights Reserved