Ji te re nabêjim av, ji avê zelaltir î
Şîrîn şerbetî ji hingiv şîrîntirî
Bermaliya mala min qinyata li b
Ji te re nabêjim, tu ji gulê bi bîhntirî
Ji te re nabêjim, tu ji gulê bi bîhntirî
Şev dirêj bûn roj qet naçen
Meh li min bûn wek sal e
Ey rinda min çima nayê
Hatina te xewn û xeyal e
Eşiq û evîndarim delalê min dil ketî
Berbanga sibê da mîna stêrkek vêketî
Ez bûm koçerê riyan çavê min bi te neket
Bese warê rinda min canê min ar pêketî
Bese warê rinda min dilê min ar pê ketî
Tu wek xec a çelengî li ser çiyayê Sîpanê
Şewq û şemala te ax daye her deran
Evîndarê te me ez dikşînim xeman
Êdî warê rinda min ez bûm jar û pêrîşan
Êdî warê rinda min ez bûm jar û pêrîşan