Min tu çandîye li axa dilê xwe
Min tu mezin kir delalî bi hêsrên çavên xwe
Îro nabînim li ber serê xwe
Qey xeyîdîye delala min ji ‘evdalê xwe
Bila ez bimrim haho çav zeytûna min
Bila ez bimrim yadê por xeleka min
Bila ez bimrim bavo bejn beşta/ rihana min
Reha rihê min can bê te nabe
Ewê mala evînê ji binva xirabe
Hêvîyên min kom kirin ewên bela bin
Bibê xezala min dil bikê şa be
Bila ez bimrim çav zeytûna min
Bila ez bimrim por xeleka min
Bila ez bimrim bejn beşta/ rihana min