Ez girîm, hêstrên min bûn layî behrê
Min derdê xwe negot, ji kesekî re jî
Wextê gule li min ketin li taxa xwarê
Ez ketim erdê, lê min negot ax jî
Çi bi serê min hat!
Min ji te re behs nekir
Çend caran li min dan
Min navê te hişkere nekir
Ax... Mala te bibe wêran
Ez girîm, hêstrên min bi ser êgir de herikîn
Lê dîsa jî ev şewat venemirî
Min tu xêz kirî li ser vî dilî, bi hawar û nalîn
Lê min kir û nekir rûyê te nebişirî...