Diçim şujdeyê ji bo wê kuçeya ku me hev dîtî
Ji bo wê şeva ku me hev nas kirî
Diçim şujdeyê ji bo tiştên tu ji min re dibêjî
Ji bo demên me yên bi şahî
Diçim şujdeyê ji bo wan, cana min
Diçim şujdeyê ji bo kenê te
Û ji bo şeklê pevçûna te
Diçim şujdeyê ji bo destên te yên hevrişmî
Ji bo maçên ku me dabû hev
Diçim şujdeyê ji bo wan, cana min
Dimirim ji bo te li cem xwe bibînim
Nêzîk, di pir nêzîkê xwe de te bibînim
Û ji te veneqetim
Û tu, ku hebûn û hîskrinê min î
Tu heyv û roja min î
Şeva evîna min î
Diçim şujdeyê ji bo roniya çavên te
Ji bo wê şekirê, di lêvên te yê sor de
Diçim şujdeyê ji bo maçîkirina te
Heta ku tu min biterikînî
Diçim şujdeyê ji bo te cana min
Dimirim ji bo te li cem xwe bibînim
Nêzîk, di pir nêzîkê xwe de te bibînim...