megirî keça min, megirî tu jî
hêvî yî tu ji me re, her tiştê me tu yî
hêstrên te weke baranê, ser çi ne; ji ber çi
ev huşbûn, ev bêdengî ev diltengîya te ji ber çi ye
(ev huşbûn, ev bêdengî, ev xeyd ji ber çi ye)
welatek heye li dûr
li gelekî dûrî me
li wir e bextiyarî
û jiyaneke parvekirî
megirî kurê min
megirî tu jî
xem tu yî, hesret tu yî
tu dihizirî, kûr difikirî
ji bona çi ye
tu dilşikestî û xeyidî yî
ji bona çi ye
(tu hedinî, tu betilî yî
xemgînîya te ji ber çi ye)
welatek heye li dûr
li gelekî dûrî me
li wir e bextiyarî
û jiyaneke parvekirî
(û jiyaneke levakirî)