current location : Lyricf.com
/
Songs
/
Jîn û hebûn
Jîn û hebûn
turnover time:2024-07-05 23:22:52
Jîn û hebûn

Ez xum xuma avên çeman,

ez çerx û govend û sema,

tînim di nêv kat û lema,

jîn im, hebûn im, tevger im,

baye sibê çi xweş ez im,

berfa sibatê xweş ez im,

xurtî di latê xweş ezim,

hîşk û ziwa bin, ez terim,

giranbihame, zêr û dur,

ez: dê û bav û xuşk û kur,

ez tim hebûn im, xurt û gur,

yaqût û lal û gewherim,

peşve diçim kar û xebat,

di nav çiyande hîm û lat,

pêlam didim Zab û Ferat,

çelq û xumîn û gur-gurim,

pir xurt û hêzim ez hebûn,

ez pêşveçûn û serxwebûn,

herdem di nav damar û xûn,

ez her heme, qet namirim,

bihişt ezim, agir ezim,

bakir ezim, rakir ezim,

xemgînkir û şakir nakirim,

herdem didim, ez nakirim,

jînim, biharim har û dîn,

candar bi min herdem bi tîn,

min dane wan ev hilm û bîn,

di nêv hebûnê cîgirim,

ev ax û ba û avim ez

ev pêtî û alavim ez,

xweş ronî û pertavim ez,

xurtî di zendên karkerim,

herdem hene, peydame ez,

tava riwê Xeydame ez,

cama bi dest Seydame ez,

ez ol û vîn û bawer im,

Jîna Cîgerxwînim ji dil,

ez xurtî û tînim di dil,

ez hêz û xurtîme di mil,

karim vî laşî ragirim.

Comments
Welcome to Lyricf comments! Please keep conversations courteous and on-topic. To fosterproductive and respectful conversations, you may see comments from our Community Managers.
Sign up to post
Sort by
Show More Comments
Cigerxwîn
  • country:Syria
  • Languages:Kurdish (Kurmanji)
  • Genre:Poetry
  • Wiki:http://en.wikipedia.org/wiki/Cigerxw%C3%AEn
Cigerxwîn
Latest update
Copyright 2023-2024 - www.lyricf.com All Rights Reserved