current location : Lyricf.com
/
Songs
/
Giriyan im Bese
Giriyan im Bese
turnover time:2024-12-27 03:12:27
Giriyan im Bese

Em ji xew rabûn welatim, ez bi qurbanim bes e

Tev de rabûn Rojhilatim, sebr û samanim bes e

Umrê min çû tev di vê rê, roj û şev nal û girî

Das û çakûç wa me hildan, qîr û giryanim bes e

Ev dema serbestiye, bindestî îdî çû nema

Şad û dilxweş û bilind bim, heps û zindanim bes e

Em hemî dost û bira bin, da bibî bax û bihişt

Min ji nav baxê cîhanê, bax û bustanim bes e

Comments
Welcome to Lyricf comments! Please keep conversations courteous and on-topic. To fosterproductive and respectful conversations, you may see comments from our Community Managers.
Sign up to post
Sort by
Show More Comments
Cigerxwîn
  • country:Syria
  • Languages:Kurdish (Kurmanji)
  • Genre:Poetry
  • Wiki:http://en.wikipedia.org/wiki/Cigerxw%C3%AEn
Cigerxwîn
Latest update
Copyright 2023-2024 - www.lyricf.com All Rights Reserved