current location : Lyricf.com
/
/
Hewlêr lyrics
Hewlêr lyrics
turnover time:2024-06-30 02:44:16
Hewlêr lyrics

Hewlêr, lorîka dayîkan

Hewlêr, qîrîna zarokan 

Hewlêr, kilê çawên bûkan

Hewlêr, bi xwîna şehîdan

Te navê xwe kir berxwedan

Hewlêr, Hewlêr

Agirê serhildan e, qelayê berxwedan e

Hêlîna şehîdan e, Hewlêr

Hêlîna egîdan e, Hewlêr

Hewlêr, ji nû ve dayik bû 

Hewlêr, bi pêt û agir bû

Agirê dilê xortan, nav mirinê kir jiyan

Hewlêr

Agirê dilê keçan nav mirinê kir jiyan

Hewlêr

Hewlêr, namîne wek caran

Wê bibe gora xayinan

Bi xwîna Helîn û Salihan

Geş dibin çîçek û sorgulan

Hewlêr, Hewlêr

Agirê serhildan e, qelayê berxwedan e

Helîna şehîdan e, Hewlêr

Helîna Egîdan e, Hewlêr

Comments
Welcome to Lyricf comments! Please keep conversations courteous and on-topic. To fosterproductive and respectful conversations, you may see comments from our Community Managers.
Sign up to post
Sort by
Show More Comments
Hozan Serhad
  • country:Turkey
  • Languages:Kurdish (Kurmanji), Kurdish (Sorani), Zazaki
  • Genre:Folk
  • Wiki:http://ku.wikipedia.org/wiki/Hozan_Serhat
Hozan Serhad
Copyright 2023-2024 - www.lyricf.com All Rights Reserved