current location : Lyricf.com
/
Songs
/
Narîn
Narîn
turnover time:2024-07-05 22:30:22
Narîn

Hey lê lê Narîn, Narîn kubarê

Wezê tu kar û emelê dunyayê nakim

Wezê têlekê ji tembûra sazbendan peydakim

Wezê rojê deh cara xwe di ber deriyê

Mala bavê te de her û werim xwe li ba kim

Wezê tu dila di ser çavê reş û belek re qebûl nakim

Keça bêsoza, reyisa bêbexta, toximê Ewana

Derewînê lê Narîn, hey lê lê Narîn

Hey lê lê Narîn, kubarê lê Narîn

Narîn kubarê zozanên mala bayê me dudu ne

De rabin em herdu bi çepilên hevdu bigrin bavêjin şaristanê xerîb

Bila kesek nizanibe ez û mihuba dilê xwe li ku ne

Gava xelk ji me bipirsin, bêjin hûn çiyê hevdu ne

Emê bêjin ya wer em xuşk û birayê hevdu ne

Hege xelk bêje ji bo şiklê ne weke hevdu ne

Emê bêjin bavê me yek e, dayikên me dudu ne

Toximê bextreşa, Ewana, nerindê, derewînê lê Narî

Hey lê lê Narîn, bêbextê lê Narîn

Min dûr û toş dûr herduk man dûr î

Hey wey zara can, dîdem zara

Min dûr û toş dûr herduk man dûr î

Hey wey zara can, dîdem zara

Xuda dizanî bo yek mecbûrî

He wey zara can, dîdem zar

Xuda dizanî bo yek mecbûrî

He wey zara can, dîdem zar

Ba birwa yarê bew lencewlara

Sibh û êwara, maç kerezdara

Şahêdyan dawa welleh nazdara

Şuxlê bara gîyan hey wey zara

E çûme silêmanî gojem lê dîyara

Hey wey zara can, dîdem zara

E çûme silêmanî gojem lê dîyara

Hey wey zara can, dîdem zara

Ba berzî gojem xem lê dilêm bara

Hey wey zara can, dîdem zara

Ba berzî gojem xem lê dilêm bara

Hey wey zara can, dîdem zara

Ba birwa yarê bew lencewlara

Sibh û êwara, maç kerezdara

Şahêdyan dawa welleh nazdara

Şuxlê bara gîyan hey wey zara

E'tirsim bimrim, dinyam zor mawa

Hey wey zara can, dîdem zara

E'tirsim bimrim, dinyam zor mawa

Hey wey zara can, dîdem zara

Xuda bedkaran, bi cîgem şad bîn

Hey wey zara can, dîdem zara

Xuda bedkaran, bi cîgem şad bîn

Hey wey zara can, dîdem zara

Babirwa yarim, hewlen cewlara

Sibh û êwara, maç kerezdara

Şahadyan dawa, welah nazdara

Şuxlê le bara can, hey wey zara

Comments
Welcome to Lyricf comments! Please keep conversations courteous and on-topic. To fosterproductive and respectful conversations, you may see comments from our Community Managers.
Sign up to post
Sort by
Show More Comments
Gulistan Perwer
  • Languages:Kurdish (Kurmanji), Kurdish (Sorani)
  • Wiki:http://ku.wikipedia.org/wiki/Gulistan_Perwer
Gulistan Perwer
Latest update
Copyright 2023-2024 - www.lyricf.com All Rights Reserved